Durru’l-Mecalîsa Mela Mûsayê Hekarî û Girîngîya wê di Dîroka Lêkolînên Folklora Kurdî da
DOI:
https://doi.org/10.26436/hjuoz.2022.10.3.1044الكلمات المفتاحية:
Foklora kurdî، Pexşana kurdî، Durru’l-Mecalîs، Mela Mûsayê Hekarî، Ferhad û Şîrîn، Efsaneya Dehhakالملخص
Ev gotar li ser xebata zanayê kurd Mela Mûsayê Hekarî ya bi sernavê Durru’l-Mecalîsê radiweste û hewl dide ku ji çend alîyan ve wê bide nasîn.
Ji sedsala 18. û vir da ji alîyê lêkolînerên bîyanî ve gelek keresteyên folklora kurdî hatine berhevkirin. Di nav wan da xasima di koleksîyona Auguste Aleksandre Jaba da gelek nimûneyên berhevkarîyê ya folklora kurdî hene. Bo nimûne berhevkarîya Mela Mehmûdê Bazîdî yek ji karên sereke yên vê arşîvê ne. Di nav vê koleksîyona navborî da xebateke Mela Mûsayê Hekarî bi sernavê Durru’l-Mecalîs heye ku heta niha zêde behsa wê nîne. Ev xebat ji 58 hîkayetan pêk tê û ji ber ku di salên 1600î wan da hatîye nivîsîn em dikarin bibêjin ku yekem ji nimûneyên pexşana kurdî/kurmancî ne. Ji nav van hîkayetan çend ji wan gelekî orijînal in weku “Ferhad û Şîrîn” (hîkayeta 23.) û “Dehhak” (hîkayeta 36.) ku di naveroka wan da regezên folklorîk pir bi aşkereyî xuya ne.
Li gorî agahîyên di Seyahatnameya Evlîya Çelebi da Mela Mûsayê Hekarî di navbera sedsala 16. û 17. da jîyaye û yek ji wan zanayên naskirî yê devera Hekarîyê bûye. Wî ji çavkanîyên curbicur hîkayet wergerandine kurmancî, belku bi piranî ji zimanê farisî ne.
Hîkayetên Mela Mûsa xwedî du fonksîyonan in: armanca pedagojîk û armanca xweşwextderbaskirinê. Yanî wî li gorî nirx, etîk û estetîka serdema xwe bi rêya van hîkayetan ra xwestîye ku peyaman bide civaka xwe û li hember rûdanên jîyanê helwest û tevgerên rast nîşanî wan bide û ji alîyê din ve jî xwestîye ku di şevbuhêrkên kurmancan da wextê wan bi awayekî xweş derbas bibe. Mijarên hîkayetan li ser taybetmendîyên kesayetî û civakî ne, wekî başî û xerabî, quretî û nefsbiçûkî, dadmendî û neheqî, comerdî û çavbirçîtî, evînî û dilsozî, rastî û derewkarî, dewlemendî û xizanî, qehremanî û tirsonekî, arîkarî û piştgirî, mîzaha civakî, tevgerên jin û mêran, jîyana pêxemberan û hwd.
Di vê gotarê da bi rêya analîzên teşeyî û naverokî em taybetmendîyên folklorî û zimanî yên van hîkayetên Durru’l-Mecalîs ê vedikolînin û girîngîya wan ya di cihê folklora kurdî da nîşan didin.
المراجع
Alan, Remezan, Folklor û Roman, Peywend, Stenbol, 2013.
, Remezan, Saturn, Avesta, Stenbol, 2002.
Aran, Umran, Roman û Gotar, Peywend, Stenbol, 2019.
Aslan, Mustafa & Yildiz, Ayhan, “Nirxandina Kurteçîrokên Mela Mehmûdê Bazîdîyî yên bi navê Durru’l-Mecalîsê”, Folklor û Ziman, 2021.
Aydınlu, Seccat, Firdevsi’nin Şahnamesi’inde Kürtler, (wer. Erkan Çardakçı), Avesta, Stenbol, 2012.
Bazîdî, Mela Mehmûdê, Camieya Risaleyan û Hîkayetan Bi Zimanê Kurmancî, (amd. Ziya Avcı), Lîs, Stenbol, 2010.
Chyet, Michael L., “Mem û Zîn, Şax û Şovên Zargotî û Şîira Ehmedê Xanî”, Çira, j.7, 1996.
Dankoff, Prof. Dr. Robert - Kahraman, Seyit Ali - Dağlı, Dr. Yücel (haz.), Evlîyâ Çelebi Seyahatnâmesi, cild 4, Yapı Kredi Yayınları, Istanbul, 2000.
Eminoğlu, Nevzat, “Nêrinek Gelemperî li Edebiyata Kurdî ya Serdema Mîrektiya Hekariyê”, Nûbihar Akademî, j.13.,2020.
Evdilmesîh Wezîr, “Mem û Zîn, Temaşeke Kurdî ê Abadîn”, (wer. Celadet Bedirxan), Ronahî, j.23, 1944.
Hakkarili Rahmi (Ebdurrehîm Rehmîyê Hekarî), “Tazyik ve İnkişaf”, Kurdistan, j.1., 1919.
Jaba, Aleksandre, “Arşîva A. Jaba ya li Enstîtuya Zimanên Zindî li Zanîngeha Mardîn Artukluyê.”
Keskin, Necat, Folklor û Edebîyata Gelêrî, Avesta, Stenbol, 2019.
Lescot, Roger, Memê Alan, Avesta, ç.2., Stenbol, 2010.
Mewlâna Celâleddin Rûmî, Mesnewî, (wer. Mela Ahmedê Şerefxanî), Weşanên Çandî ya Şaredarîya Konyayê, Konya, 2015.
Öztürk, Mustafa, Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Vekolîn û Saloxdan), Lîs, Ankara, 2017.
Pertev, Ramazan, Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-I, Weşanên Avesta, Stenbol, 2015.
, Folklor û Nasnameya Kurdî ya Neteweyî (1898-1946), Avesta, Stenbol, 2018,
, Zarok û Çîrok (Destpêka Pedagojîya Kurdî), Doz, Stenbol, 2008.
Propp, Vladimir, Folklor : Teorî ve Tarih (wer. Necdet Hasgül, Tolga Tanyel), Avesta. Istanbul, 1998.
Roşan, Serdar, Hezar û Şevekê, (werger ji swêdî) Nûdem, Stockholm, 1998.
Xanî, Ehmedê, Mem û Zîn, (tîpguhêzî û wer. M.Emin Bozarslan), Hasat, Istanbul, 1990.
Xoşnaw, Hêmin Omer, Durru’l-Mecalîs (Yekemîn komelleçîrok le mêjûyî pexşanî kurdî-wergêran da), çapxaney Hêvî, Hewlêr, 2019.
Yıldırım, Kadri & Pertev, Ramazan & Aslan, Mustafa, Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, Weşanên Zanîngeha Mardin Artuklu, Mêrdîn, 2013.
التنزيلات
منشور
كيفية الاقتباس
إصدار
القسم
الرخصة
الحقوق الفكرية (c) 2022 Ramazan PERTEV
هذا العمل مرخص بموجب Creative Commons Attribution-NonCommercial-ShareAlike 4.0 International License.
يوافق المؤلفين الذين ينشرون في هذه المجلة على المصطلحات التالية
[CC BY-NC-SA 4.0] يحتفظ المؤلفون بحقوق الطبع والنشر ومنح حق المجلة في النشر الأول مع العمل المرخص له بموجب ترخيص مشاع المبدع للإسناد
الذي يسمح للآخرين بمشاركة العمل مع الإقرار بحقوق التأليف والنشر الأولي في هذا مجلة
مكن للمؤلفين الدخول في ترتيبات إضافية منفصلة للتوزيع غير الحصري للنسخة المنشورة من المجلة، مع الإقرار بإصدارها الأولي في هذه المجلة
يسمح ويشجع المؤلفين على نشر عملهم عبر الإنترنت