DESTANA DERWÊŞÊ EVDÎ Û EDÛLÊ JI ALÎYÊ HELWESTÊN ETNÎK Û DÎNÎ VE
DOI:
https://doi.org/10.26436/hjuoz.2022.10.2.930الكلمات المفتاحية:
Folklor، destan، kurd، êzîdî، etnîsîte، dîn، nasnameالملخص
Destanên netewî ji alîyê derbirîna nasnameyên civakî ve gelekî giring in ku em bi rêya vekolîna li ser wan di heqê civakê de digihîjin pêzanînan. Ev cure pêzanîn herçendî ku ne wekî dokumetnên dîrokî mezbût bin jî ew bi rengekî; meylên hîsî, hêvî, tegihîştina rabirdûyê û texeyulên dahtûyê yên wê koma civakî nîşanî me didin. Çawa ku di nava civakê de tebeqeyên dînî, çînî, zayendî, etnîk derdikevin pêş me wisa jî em dibînin ku metnên destanan vê pir rengîya civakê didin der. Her destan, hem ji demên berî xwe hem jî ji dema xwe gelek taybetmendîyên civakî dihewîne û wan neqlî dahatûyê dike. Lewma jî vekolîna li ser metnên destanan di heman demê de vekolîneke li ser civakê ye jî. Bi rêya xwendin û vekolînên analitik yên li ser van metnan em di heqê refleksên wê civakê de jî digihîjin gelekî agahîyan. Di vê xebatê de em ê di vê çarçoveyê de bere xwe bidin çend varyantên Destana Derwêşê Evdî û Edûlê û hewil bidin nişan bidin ku ev cure metnên folklorî çawa dibin meydana îdîayên nasnameyî yên civakan. Ev varyantên ku em ê vekolîna xwe li serê bikin ji nava civaka kurdên misilman û kurdên êzîdî hatine berhevkirin.
المراجع
(2013), Zargotina Kurda II, Weşanên Aram, Çap. 3. Amed
Celîl, Ordîxanê (2016), Dimdim, Kürt Kahramanlık Destanı, Avesta Yayınları, Çev. İbrahim Kale, 2. Baskı, İstanbul
Çobanoğlu, Özkul (2012), Halkbilimi Kuramları ve Araştırma Yöntemleri Tarihine Giriş, Akçağ Yayınları, 6. Baskı, Ankara
Dundes, Alan, ‘Halk Bilimi Çalışma Yöntemleri’, Halk Biliminde Kuramlar ve Yaklaşımlar II, Geleneksel Yayınları, Çev. Ayşenur Nazlı.
Gültekin, Mehmet (2013), Zargotina Kurdên Serhedê, Weşanên Avesta, Çap I, Stenbol
Propp, Vlademir, Folklor, Teori ve Tarih, Avesta Yayınları, Çeviren, Necdet Hasgül-Tolga Tanyel, 1. Baskı, 1998, İstanbul.
Şengalî, Xeyrî (2011), Li Çiyayê Şengalê Qebqeba Kewê Nêre, Bergî Yekem, Weş. Enstîtuya Kelepûrên Kurdî-Senterî Duhok, Çap. I, Duhok
---------------------(2011), Li Çiyayê Şengalê Qebqeba Kewê Nêre, Bergî Duyem, Weş. Enstîtuya Kelepûrên Kurdî-Senterî Duhok, Çap. I, Duhok
Uluçay, Ömer (2012), Destana Dewrêşê Evdî, Weşanên Dîwan, Çap I, Stenbol
التنزيلات
منشور
كيفية الاقتباس
إصدار
القسم
الرخصة
يوافق المؤلفين الذين ينشرون في هذه المجلة على المصطلحات التالية
[CC BY-NC-SA 4.0] يحتفظ المؤلفون بحقوق الطبع والنشر ومنح حق المجلة في النشر الأول مع العمل المرخص له بموجب ترخيص مشاع المبدع للإسناد
الذي يسمح للآخرين بمشاركة العمل مع الإقرار بحقوق التأليف والنشر الأولي في هذا مجلة
مكن للمؤلفين الدخول في ترتيبات إضافية منفصلة للتوزيع غير الحصري للنسخة المنشورة من المجلة، مع الإقرار بإصدارها الأولي في هذه المجلة
يسمح ويشجع المؤلفين على نشر عملهم عبر الإنترنت