Nirxandinek derheqê cihnegirtina eşîra milan di şerefname yê de

المؤلفون

  • Ercan GÜMÜŞ * Zanîngeha Mardîn Artukluyê- Fakulteya Edebiyatê-Beşa Dîrokê/ Turkiye

DOI:

https://doi.org/10.26436/hjuoz.2023.11.3.1339

الكلمات المفتاحية:

Eşîra Mîlan/Millî, Şeref Xan, Şerefname, Împeratoriya Osmanî, Dîroknasî

الملخص

Meseleya ku di Şerefnameyê de behsa Eşîra Milan nebûye, bala gelek lêkolînerên ku bi awayekî bi dîroka eşîr û herêmê re eleqedar dibin, dikşîne. Tunebûna Eşîra Milan di xebateke girîng ya li ser xanedan û eşîrên Kurdan di sedsala 16em de, hêjayî pirsê ye.

Piştî ku Împaratoriya Osmanî di sedsala 16em de li Mêrdîn û derûdora wê serdestiya xwe ava kir, tê zanîn ku Eşîra Milan a ku di serjimariyan/nîvîsaran (tehrîran) de gelek caran navên wan derbas buye û ev eşîr li Mêrdînê û derûdora wê bi hêz bû. Tê zanîn ku bi taybetî di sala 1579an de, ku mirov dikare wekî zû bihesibîne, endamên mîrên Milî li Mêrdîn û derûdora wê tîmar û zeamet bidest xistine. Di Şerefnameyê de, ku piştî vê tarîxê bi demeke kurt temam bûye, ev eşîr û mîrên wê nehatine gotin, ev pirseke ku divê bê bersivandin.

Ev pirsa ku bersiva wê tê xwestin, nirxandina hin îhtîmalan hewce dike. Ya yekem, îddîayeke ku berê jî li ser hatiye kirin û li gorî vê yekê konfederasyona Milan yê di vê heyamê de hîn nebûye navendeke siyasî û hinek endamên Milanî bi navê “Siwedî” li derûdora Çabaxçurê hukum dikirin. Şeref Xan di karê xwe de bi vê mal û eşîrê re mijûl bûye. Eger ev îddîa ji xwe re esas bê girtin, wê demê Eşîra Milan hê bi navê “Mil” nehatibû naskirin. Ji îdiayê ev encam derdikeve; Siwediyên ku ji derûdora Sewregê hatin û li Çabaxçurê serdestî ava kirin, bingeha Milan bûn.

Îhtîmala duyem jî ew e ku çend sernavên ku Şeref Xan di berhema xwe de netemam hiştiye, ji bo vê mijarê were veqetandin. Wek tê zanîn di Şerefnameyê de hine beşên xilasnebûyî hene. Gelo qebîle û eşîrên Milan di nav van sernavên winda de wê bihata nasandin?

Yek ji îhtîmalên herî qels jî ew e ku Şeref Xan di derbarê herêma çolê ya bi navê “Berriyê” de agahdar nîne. Bi rastî jî, weke ku wê bête bibîranîn, wî pirranîya jîyana xwe bi Safewiyan re li navenda Îranê derbas kir û di dawiya jiyana xwe de berê xwe da Bedlîsê, ku axa bav û kalên wî bû. Lê belê ji ber ku tê zanîn Eşîra Milan çiyayên Wan-Erzirom û Azerbeycanê wek zozan bi kar aniye, ne mimkune ku Şeref Xan û kevneşopiya dîroknasiya Rojkan ji wan ne agâhdar be. Bi rastî jî di hinek deman de ji konfederasyonên Rojkan û Milan re ji aliyê vasalên wan ango/yanê Împaratoriya Osmanî ve banga alîkariyê hat kirin û ewan bi statûyên nêzîk beşdarî kampanyayan/erîşan bûn. Kampanyaya/Erîşa Besrayê ya li başûr di destpêka sedsala 18em de û Kampanyaya Farisan a li rojhilat heta nîveka heman sedsalê mînakên vê yekê ne.

Di dawiyê de, meseleya ku di Şerefnameyê de behsa Eşîra Milan nehatiye kirin, divê di veguhertina siyasî ya bilez a di xwezaya/sîruştiya pêkhateya eşîrê de were gerandin. Taybetmendîya eşîrî ya Kurdan, berevajî cîranên xwe yên Ereb, ne bi girêdanên xwînê, ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî rêveberî û navê eşîrê ku di hin serdemên dîrokê de avahiyeke bilindtir (jortir) bû, piştî demeke kurt dikaribû di nava hêzeke din a siyasî ya bi statûyeke nizimtir de hebûna xwe bidomîne. Divê bête bibîranîn ku Omariyan, yek ji eşîrên Milan, konfederasyonek mezin ava kirin ku wê paşê bi navê xwe were zanîn.  Nimûneyek din a eşîrên jêr-eşîra Milan ku di rewşek siyasî ya mezin de ku ew wekî avahiyek nû ya konfederatîf derketîye Hesenanî ne. Eşîrên Êzidî yên wek Musyan û Şerefan ku dema koçeriye din yekîtîya eşîrên Milan da bûn û Milî dihatin hesibandin, mînakên din ên vê diyardeyê/mijarê ne.

المراجع

Ê Arşîva Osmanî:

BOA, A.DVNSMHM., 37-2801, H. 9.04.987/5 Haziran 1579.

BOA, ADVNSMH. 56.321, H. 16.11.993/M. 9 Kasim 1585.

BOA, İE. HAT. 2-199, H. 10.10.1077/M. 5 Nisan 1667.

Ê Telîfan:

Ayn Ali Efendi, (2021), Osmanlı Kanunları ve Devlet Teşkilatı, (Haz: Seyit Ali Kahraman), Yeditepe Yayınları, İstanbul.

Aydın, Nusret, (2016), Diyarbekir ve Mirdasiler Tarihi, Avesta Yayınları, İstanbul.

Beldiceanu, Nicoara, (1985), XIV. Yüzyıldan XVI. Yüzyıla Osmanlı Devleti’nde Tımar, (çev: Mehmet Ali Kılıçbay), Teori Yayınları, Ankara.

Çağlayan, Ercan, (2017), “16. Yüzyılda Süveydi ve Hoy Zaza/Dümbeli Emirlikleri”, Osmanlı Devleti ve Kürtler, (ed: İbrahim Özcoşar- Shahab Vali), Kitap Yayınevi, İstanbul.

Ekinci, Mehmet Rezan, (2010), “Şırnak’ın İdarî Taksimatı ve İdarî Alanda Meydana Gelen Değişimler (1845-1918)” Uluslararası Şırnak ve Çevresi Sempozyumu 14-16 Mayıs 2010, Editör: M. Nesim Doru, Şırnak Üniversitesi Yayınları, Ankara, r. 487-503

Ekinci, Mehmet Rezan, (2014). “Pergala Eşîrî û Di Avakirina Mîrekiya Kurd a Bedlîsê de Eşîra Rojkan” Bitlis Kitabı (I. Uluslararası Bitlis Sempozyumu), Berdan Matbaası, İstanbul, r. 85-94.

Ekinci, Mehmet Rezan, (2022), “Hudud-ı Serhadde Hamidiye Alaylarındaki İlk Aşiretler: Spîkan-Zîlan”, Eski Çağ’dan Günümüze Tutak ve Hamur (Şelve), Hazırlayanlar: Kaya Hakan-Çiftçi Erdal, Libra Kitapçılık ve Yayıncılık, İstanbul, r. 227-277.

Ekinci, Mehmet Rezan, (2022), “Beylikten Sancağa Osmanlı İdari Teşkilatında Atak”, Osmanlı Devleti’nde Yönetim Pratikleri, Yurtluk-Ocaklık ve Hükümet Sancaklar, Hazırlayan: Erdal Çiftçi E. & Gürhan V. & Ekinci M. R., Tarih Vakfı Yurt Yayınları, r. 143-186.

Ekinci, Mehmet Rezan, (2022), “19. ve 20. Yüzyıllarda Milli/Milan Aşireti”, Aktör, Müttefik, Şakî Kürt Aşiretleri, (ed:Tuncay Şur-Yalçın Çakmak), İletişim Yayınları, İstanbul, 2022, r. 217-239.

Evliya Çelebi, (2000), Seyahatname, 4. Kitap, 1. Cilt, (haz.: Seyit Ali Kahraman-Yücel Dağlı), YKY, İstanbul.

İbn Haldun, (2009), Mukaddime, Cilt 2, (Haz: Süleyman Uludağ), Dergah Yayınları, İstanbul.

İdrisi-i Bitlisi, (2001), Selimşahname, (çev: Hicabi Kırlangıç) KBY, Ankara.

Kıran, Eyüp, (2003), Kürt Mılan Aşiret Konfederasyonu, Elma Yayınları, İstanbul.

Kurt, Yılmaz, (2012), “Mardin ve Çevresinde Aşiretler”, Uluslararası Ömerli/Ömeryan Sempozyumu Kitabı, (ed: Ercan Gümüş-Veysel Gürhan), Kent Işıkları, İstanbul.

Özel, Ahmet, (1993) “Dârülİslâm”, DİA, C. 8, İstanbul, s. 541-543.

Şerefhan Bitlisi, (2013), Şerefname Kürt Tarihi, Nubihar Yayınları, (Farsça’dan çev.: Abdullah Yegin).

Şeref Han, (1971), Şerefname, Kürt Tarihi, (Arapça’dan çev.: Mehmet Emin Bozarslan), Ant Yayınları, İstanbul.

Ê Hevdîtin:

Beltekin, Nurettin (hevdîtina 22 İlon/Eylül 2022).

منشور

2023-09-30

كيفية الاقتباس

GÜMÜŞ , E. (2023). Nirxandinek derheqê cihnegirtina eşîra milan di şerefname yê de . مجلة العلوم الانسانیة لجامعة زاخو, 11(3), 763–. https://doi.org/10.26436/hjuoz.2023.11.3.1339

إصدار

القسم

مجلة العلوم الانسانیة لجامعة زاخو