Bikaranîna Hêmanên Folklorê Di Pirtûkên Hînkirina Kurdî (Kurmancî) Da: Mînakên Pirtûkên Wezareta Perwerdeya Tirkîyeyê

المؤلفون

  • Åžehmus Kurt

DOI:

https://doi.org/10.26436/hjuoz.2022.10.3.1043

الكلمات المفتاحية:

Folklor، Hêmanên Folklorê، Perwerde، Hînkirina Zimanan، Hînkirina Kurdî

الملخص

Folklor bi qadên xwe yên curbicur ve di gelek qadên cuda yên perwerdeyê da tête bikaranîn. Yek ji wan qadan hînkirina zimanan e. Janrên folklorê yên wekî çîrok, çirçîrok, destan, metelok, stranên gelêrî, helbestên gelêrî, mamik, xeberoşk, zûgotinok û gelekên din di materyalên hînkirina kurmancî da jî têne bikaranîn. Hinkirina kurdî li Tirkîyeyê heta salên 2010î li saziyên serbixwe û taybet bi rêve çûye. Lê sala 2012an bi biryara Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkîyeyê ve Kurdî (Kurmancî/Zazakî) wekî dersên hilbijartî ketiye mifredata xwendinê. Li gor wê biryarê refên 5 heta 8ê dikarin dersa kurdî hilbijêrin û heke li xwendingehekê ji 10an zêdetir xwendekaran ders hilbijart, rêveberiya xwendingehê mecbûr e wê dersê veke. Ji bo amadekirina pirtûkên wan dersan li ser daxwaza wezaretê li Zaningeha Mardîn Artukluyê, ji mamosteyên Beşa Ziman û Çanda Kurdî komîsyonek hate avakirin. Vê komîsyonê ji bo refên 5, 6, 7 û 8an pirtûk amade kirin û ew pirtûk heta sala 2017an hatine çapkirin û li xwendingehan hatine belavkirin. Sala 2017an bikaranîna wan pirtûkan hate betalkiririn û vê carê dîsa li ser daxwaza wezareta perwerdeyê, komîsyoneke cuda ji mamosteyên bajarê Batmanê hate avakirin. Wê komîsyonê jî ji bo heman refan pirtûk amade kirin û ew pirtûk heya roja me li dersên kurdî yên hilbijartî wekî pirtûkên dersê têne bikaranîn. Di vê xebata xwe da em dê lê binêrin ka hêmanên folklorê di hînkirina kurmancî da çawa hatine bikaranîn. Ji bo xebatê ew herdu setên pirtûkên dersa Kurdî (Kurmancî) hatine hilbijartin yên ku li Tirkîyeyê li xwendingehên navîn hatine/têne bikaranîn û pirtûkên pola 5an yên herdu setan hatine analîzkirin. Wek metodolojiya xebatê me metoda dokûmenterî daye ber xwe. Emê ewil paşxaneyeke dîrokî ya hînkirina kurdî li Tirkîyeyê peşkeş bikin, dûvra çarçoveyeke teorîk bidin ku têda li ser teoriyên hinkirina zimanan û bikaranîna hêmanên folklorê di hinkirina zimanan bisekinin. Herî dawî jî emê li ser pirtûkên mijara xebatê hûr bibin û lê begerin ka di her yek ji wan pirtûkan da rêjeya hêmanên folklorê çend e û ew hêman bi çi awayî hatine hilbijartin û çawa hatine bikaranîn.

المراجع

Akış, S. (2006). A Comparative Study of Coursebook Evaluation and Selection Principles of EFL Teachers at State and Private Schools, Teza lîsansa bilind çapnebûyî, Ankara: Hacettepe University Institute of Social Sciences.
Cunnigsworth, A. (1984). Evaluating and Selecting EFL Teaching Material, London: Heinemann.
Cunningsworth, A. (1995) Choosing your Coursebook, Oxford: Macmillan Heinman.
Farr, T. J. (1940). “Some Uses of Folklore in Teaching English” Peabody Journal of Education , , 17 (4) rr. 260-262. https://www.jstor.org/stable/1489392
Gülmez, G. (2018). Kurdî (Kurmancî)-5. Ankara: Meb.
Kurt, Ş. (2015). Nirxandina Pirtûka Hinkirina Kurdî: Hinker-Li gor nêrînên xwendekar û mamosteyan, Teza Lîsansa Bilind Çapnebûyî. Mêrdîn: Zanîngeha Mardîn Artuklu. Şaxamakezanista Ziman û Çanda Kurdî.
Kurt, Ş. (2020). Türkiye’de Kürtçe Öğretim Deneyiminin İncelenmesi. Teza Doktorayê ya Çapnabûyî. Diyarbekîr: Zanîngeha Dîcleyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî.
Lines, L (Bêtarix). Folklore in Education: A Teaching Tool in Classroom. Ph.D. Thesis submitted to Department of Folklore, Memorial University of Newfoundland, Newfoundland.
Richards, J. C. (2001). Curriculam Development in Language Teaching, Cambridge: Cambridge University Press.
Subaşı, K. (2014). Ji bo Zarokan di Fêrkirina Kurdî de Rola Mamikan (Vekolîn-Senifandin). Teza Lîsansa Bilind ya Çapnebûyî, Mêrdîn: Zanîngeha Mardîn Artuklu. Şaxamakezanista Ziman û Çanda Kurdî.
Yıldırım, K. û yên din (2012). Kurdî (Kurmancî)-5. Ankara:Meb.

التنزيلات

منشور

2022-09-26

كيفية الاقتباس

Kurt, Åžehmus . (2022). Bikaranîna Hêmanên Folklorê Di Pirtûkên Hînkirina Kurdî (Kurmancî) Da: Mînakên Pirtûkên Wezareta Perwerdeya Tirkîyeyê. مجلة العلوم الانسانیة لجامعة زاخو, 10(3), 898–903. https://doi.org/10.26436/hjuoz.2022.10.3.1043

إصدار

القسم

مجلة العلوم الانسانیة لجامعة زاخو