Revolution of Sheikh Abdul Salam Barzani (1908-1914)

Authors

  • YaÅŸar Kaplan Akademîsyen, Zanîngeha Hakkari, Fakulteya Îlahiyatê, Beşa Dîroka Ayînan

DOI:

https://doi.org/10.26436/hjuoz.2018.6.1.318

Keywords:

Kurd, Dewleta Osmanî, Barzan, Şêx Ebdusselam

Abstract

Malbata Barzan ya binyadê wan dîgehîte tradîsyona Neqşebendî- Xalidî, berê ji xebatên xwe yên wekî îro yên siyasî zêdetir bi xebatên îrşada ayînî cih girtibûn. Di destpêka sedsala XXan pê ve ji bilî çalakiyên xwe yên deverê yên ayînî û çandî, dest bi xebatên siyasî û polîtîk kirin. Di nava malbata Barzan da yekemîn kesê dest bi xebatên siyasî- polîtîk kirî Şêx Ebdusselam Barzanî ye. Li dor vê çendê Şêx Ebdusselam ji ragehandina Meşrûtiyeta II. heta berbanga Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser bizava Kurdî ya netewî gelek xebatên siyasî pêk înane. Di dema van bizavan da Şêx Ebdusselam û eşîreta Barzan ya di bin serkêşiya wî da li hemberî Dewleta Osmanî ya di bin rêveberiya Îttîhad û Tereqiyê da, hatine hemberî hev û gelek mucadele kirine. Di encama van mucadeleyan da Şêx Ebdusselam ji aliyê Dewleta Osmanî ve hatiye girtin û ji aliyê Waliyê Mûsilê Silêman Nazîfî ve li sala 1914ê li Mûsilê hatiye sêdarekirin. Di vê xebatê da di bin ronahiya belgeyên arşîvên Osmanî yên destê yekê şoreş û bizava Şêx Ebdusselam Barzanî ya digel rêveberiya Îttîhad û Tereqiyê û pêşveçûnên siyasî yên rêka sêdarekirinê jibo wî vekirî, dê bêne nirxandin.

Downloads

Published

2018-03-30

How to Cite

Kaplan, Y. (2018). Revolution of Sheikh Abdul Salam Barzani (1908-1914). Humanities Journal of University of Zakho, 6(1), 358–371. https://doi.org/10.26436/hjuoz.2018.6.1.318

Issue

Section

Humanities Journal of University of Zakho