Plansaziya Ziman Li Diyasporayê : Xebatên Komîsyona Kurmancî Û Grûba Xebatê Ya Vateyî

Authors

  • Salih Akin University of Rawan

DOI:

https://doi.org/10.26436/hjuoz.2013.1.1.88

Keywords:

Plansaziya Ziman, Kurmancî, Ziman, Diyaspora

Abstract

Li welatê Kurdan ji ber pest û pêkutiya li ser ziman, xebatên plansaziya ziman ji salên 1980ê heta 2000 pirtir li diyasporayê hatin meşandin. Plansaziya ziman a herî berbiçav û bikêr a ku rewşenbîr, lêkolîner û zimannasan bêyî piştgiriya hiqûmetê pêk anî, xebatên Komîsyona Kurmancî û Grûba Xebatê ya Vateyî ne. Ji ber xebatên van koman ên li Ewropayê, kurmancî û zazakî gihîştin standartên ziman ên îro û berhemên edebî dan. Civakên koçber û yên diyasporayê, ji bo lêkolîneran di mijarên duzimanî, di nava nifşên koçber de windabûna ziman û asîmîlasyona çandî de derfeta lêkolînê raberî wan kir, van komên xebatê nîşan dan ku diyaspora di heman demê ji bo parastina zimanê hindikahiyan dikare alîkariyê bike. Em dixwazin di warê teorîk de li ser “mebesta plansaziya ziman” a Moshe Nadir (2000) ku di dinyayê de pirr hindik mînakên wekî wê hene, nirxandinê bikin. Piştî ku me avakirin û birêveçûna her du saziyan pêşkêş kir, em ê li ser xebatên wan ên li ser ziman rawestin (pêkanîna gencîneya ziman, arşîvkirina peyvên heyî, stratejiya dariştina peyvên nû, hdw.).

Author Biography

Salih Akin, University of Rawan

University Rouen, Fransa

Published

2013-06-30

How to Cite

Akin, S. (2013). Plansaziya Ziman Li Diyasporayê : Xebatên Komîsyona Kurmancî Û Grûba Xebatê Ya Vateyî. Humanities Journal of University of Zakho, 1(1), 12–20. https://doi.org/10.26436/hjuoz.2013.1.1.88

Issue

Section

Humanities Journal of University of Zakho