Nirxandinek derheqê cihnegirtina eşîra milan di şerefname yê de[i]

Ercan GÜMÜŞ *

Zanîngeha Mardîn Artukluyê- Fakulteya Edebiyatê-Beşa Dîrokê/ Turkiye

Received: 01/ 2023 /   Accepted: 05/ 2023 /   Published: 09/ 2023    https://doi.org/10.26436/hjuoz.2023.11.3.1339

Kurtasî:

Meseleya ku di Şerefnameyê de behsa Eşîra Milan nebûye, bala gelek lêkolînerên ku bi awayekî bi dîroka eşîr û herêmê re eleqedar dibin, dikşîne. Tunebûna Eşîra Milan di xebateke girîng ya li ser xanedan û eşîrên Kurdan di sedsala 16em de, hêjayî pirsê ye.

Piştî ku Împaratoriya Osmanî di sedsala 16em de li Mêrdîn û derûdora wê serdestiya xwe ava kir, tê zanîn ku Eşîra Milan a ku di serjimariyan/nîvîsaran (tehrîran) de gelek caran navên wan derbas buye û ev eşîr li Mêrdînê û derûdora wê bi hêz bû. Tê zanîn ku bi taybetî di sala 1579an de, ku mirov dikare wekî zû bihesibîne, endamên mîrên Milî li Mêrdîn û derûdora wê tîmar û zeamet bidest xistine. Di Şerefnameyê de, ku piştî vê tarîxê bi demeke kurt temam bûye, ev eşîr û mîrên wê nehatine gotin, ev pirseke ku divê bê bersivandin.

Ev pirsa ku bersiva wê tê xwestin, nirxandina hin îhtîmalan hewce dike. Ya yekem, îddîayeke ku berê jî li ser hatiye kirin û li gorî vê yekê konfederasyona Milan yê di vê heyamê de hîn nebûye navendeke siyasî û hinek endamên Milanî bi navê “Siwedî” li derûdora Çabaxçurê hukum dikirin. Şeref Xan di karê xwe de bi vê mal û eşîrê re mijûl bûye. Eger ev îddîa ji xwe re esas bê girtin, wê demê Eşîra Milan hê bi navê “Mil” nehatibû naskirin. Ji îdiayê ev encam derdikeve; Siwediyên ku ji derûdora Sewregê hatin û li Çabaxçurê serdestî ava kirin, bingeha Milan bûn.

Îhtîmala duyem jî ew e ku çend sernavên ku Şeref Xan di berhema xwe de netemam hiştiye, ji bo vê mijarê were veqetandin. Wek tê zanîn di Şerefnameyê de hine beşên xilasnebûyî hene. Gelo qebîle û eşîrên Milan di nav van sernavên winda de wê bihata nasandin?

Yek ji îhtîmalên herî qels jî ew e ku Şeref Xan di derbarê herêma çolê ya bi navê “Berriyê” de agahdar nîne. Bi rastî jî, weke ku wê bête bibîranîn, wî pirranîya jîyana xwe bi Safewiyan re li navenda Îranê derbas kir û di dawiya jiyana xwe de berê xwe da Bedlîsê, ku axa bav û kalên wî bû. Lê belê ji ber ku tê zanîn Eşîra Milan çiyayên Wan-Erzirom û Azerbeycanê wek zozan bi kar aniye, ne mimkune ku Şeref Xan û kevneşopiya dîroknasiya Rojkan ji wan ne agâhdar be. Bi rastî jî di hinek deman de ji konfederasyonên Rojkan û Milan re ji aliyê vasalên wan ango/yanê Împaratoriya Osmanî ve banga alîkariyê hat kirin û ewan bi statûyên nêzîk beşdarî kampanyayan/erîşan bûn. Kampanyaya/Erîşa Besrayê ya li başûr di destpêka sedsala 18em de û Kampanyaya Farisan a li rojhilat heta nîveka heman sedsalê mînakên vê yekê ne.

Di dawiyê de, meseleya ku di Şerefnameyê de behsa Eşîra Milan nehatiye kirin, divê di veguhertina siyasî ya bilez a di xwezaya/sîruştiya pêkhateya eşîrê de were gerandin. Taybetmendîya eşîrî ya Kurdan, berevajî cîranên xwe yên Ereb, ne bi girêdanên xwînê, ji aliyê siyasî û erdnîgarî ve hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî rêveberî û navê eşîrê ku di hin serdemên dîrokê de avahiyeke bilindtir (jortir) bû, piştî demeke kurt dikaribû di nava hêzeke din a siyasî ya bi statûyeke nizimtir de hebûna xwe bidomîne. Divê bête bibîranîn ku Omariyan, yek ji eşîrên Milan, konfederasyonek mezin ava kirin ku wê paşê bi navê xwe were zanîn.  Nimûneyek din a eşîrên jêr-eşîra Milan ku di rewşek siyasî ya mezin de ku ew wekî avahiyek nû ya konfederatîf derketîye Hesenanî ne. Eşîrên Êzidî yên wek Musyan û Şerefan ku dema koçeriye din yekîtîya eşîrên Milan da bûn û Milî dihatin hesibandin, mînakên din ên vê diyardeyê/mijarê ne.

Peyvên Sereke: Eşîra Mîlan/Millî, Şeref Xan, Şerefname, Împeratoriya Osmanî, Dîroknasî.

ÇIMA EŞÎRA MILIYAN LI ŞEREFNAMEYÊ DE CÎH NEGIRT?

Destpêk:

Dibe ku cihnegirtina Eşîra Milan di Şerefnameyê de bala gelek vekoleran kişandibe. Di sedsala 16em de dîroka mîrektiyên Kurd bê Eşîra Milan çawa tê nivîsîn? Dive ev mijar bê vekolîn.

Tê zanîn ku di sedsala 16em de Eşîra Milan li derdora Mêrdînê xurt bû. Piştî serkeftina şerê Çildêranê ya Osmaniyan, mîrên Kurd û sancaqên girêdayî Diyarbekirê li hember Şah İsmaîl serî hildan. Bi serokatiya Mela Îdrisê Bedlîsî mîr û begên Kurdan li bal Osmanîyan cih girtin. Di nav du salan de, hemû cih û warên herêmê ket bin destê mîrektiyên Kurd û Dewleta Osmanî.

Divê em vê merhaleya dîrokî hinekî din zelal bikin. Wextê Osmanî diketin cihekî ku nû ketiye destê wan, tehrîra wî welatî derdixistin. Di van tehrîran (nivîsaran) de li ser hejmara mirovên vê herêmê û baweriyên wan de zanyarî berhev dikirin. Li gor vê bac dihat diyarkirin ku ji bacên orfî, şerî û dîwana awarizî pêk dihat. Piştî vê, parvekirina van bacan dest pê dikir (Beldiceanu, 1985:25). Bi vî awayî para malbata Osmanî, xezîneya dewletê û wezîfedarên herêmê diyar dibû.

Dema dîyarkirina bac beravkirin û erd parvekirin xilas dibû asayî ya welet jî destpêdikir û ew herêm dibû Darulîslam.[ii] Lê her der bitevayî rasterast negirêdayî navenda Osmaniyan bu. Ji van cihan hinekan bi îstîmalet dihat ajotin/idare kirin. Kurdistan û erdê Kurdan bi sê usûla dahat îdarê kirin/îstîmal kirin. Ya yekem rasterast giredayî Osmaniyan bu û nûnerên wek fermandar û rêveber ji Stenbolê dahatin tayîn kirin/şandin. Navê vê usulê em dikarin “îdareya merkezî/idareya Osmani” binavkin. Ya duyem “yurtlix-ocaxlix” bu ku fermandar û rêveberên van ciyan ji bav û kalan ve îdarevan bûn ku Dewleta Osmanî jî vana wisa nas kir û vê sistemê domand/berdewam kir. Ya sisêyan jî binavê “hukumet” tê nasandin. Rêveberên van idareyan jî ji bav û kalan li ser erdê xwe hukmê xwe dajotin û tenê dema şer bi soz dayina alîkariya Osmaniyan re wê leşker bişandibana. Di sêrî de mîmarê vê tifaqê şertek danîbun ku bi tu avayê yurtlix-ocaxlix û hukumet wê neyê hilweşandin/îlga kirin. Heke ocaxa malbatên mîrektîyekê bitemire/bîvemire, erdên wan wê bikeve destê mirên Kurdên din ku hemu wekê malekê xwedîyê mîrata hev hatibûn hesibandin (Ekinci 2010:489-492; Ekinci, 2022:143-186).

Ji xeynî vê se usulê re û rebazikek din jî heye ku navê wê “Mîr-i Eşîret/Mîrê Eşîret” e. Gor Ewlîya Çelebî di salên 1650yan de, li Kurdistanê de 6.000 mîrektiyên waha ji eşîra pekhatî hebun. Bi ya me, Eşîra Milan jî ji van 6000en de yeke û van salên serî de dora Mêrdinê Mîrê Milan xurt bu, erd jî digirtin yanê xwedî tîmar bun. Mezinê Eşîra Miliyan hem seroktiya eşîre dikirin hem jî ji rêveberê Osmanî (Mîrîmîran/Beylerbey û alaybeyiyan) tîmar digirtin. Bi tîmar hildana wan ewan giredayê Osmaniyan dahatin hesibandin. Serbestiya wana bi jiyana eşîrtî dewam dikir, lê bi bac girtinê ra ewan “devletlûye” wan herêma dihatin dîtin.

Delîla Hebûna Eşîra Miliya Li Sedsala 16em Bi Ajotina Tîmaran De

Mijara tîmar û bac beravkirin mevzuyekê nivîsekê din e. Tiştê ku me eleqe dike ev e ku, mezinen Milan wek wekilê Osmanî yan mintiqayên lê digeriyan/koçbûn de dibûn serdar û mezinê herême. Li dewsa mezinê îdare ya Osmaniyan ji gel bac digirtin. Ferqê statuya wan ji yurtlix-ocaxlixe zedê tunebu.  Ji ber ku mîren ocaxan giredayî bajara bûn û li ser erdekî diyarî an jî li kela û hîsarek de mîrektî dikirin. Lê mîrê eşirên Kurdan koçer bun, nav zozan û berriyan de digeriyan. Lê herdu îdare jî suzerenên/mezinên wanê Osmani re dema şerê alîkarî dikirin û esker/leşker dişandin. Taybetmendiyeka îdare ya wanê din jî ev bû ku, li ser erdê wan de tehrîr dahat kirin.

Di sala 1557em de yanê hema hema 20 sal beriya/peşiya nivîsandina Şerefname, mîrê eşîra Miliyê Esbiyak ê girêdayî eyaleta Dîyarbekrê, mutasarrifê tîmareke bi qiymeta 12.000 aqçeya Osmanî bû (BOA, İE. HAT. 2-199, H. 10.10.1077/M. 5 Nisan 1667). Ev tîmar neviyê wî ye binavê Bayezîd re mîrate mabû. Usûla dewra van tîmaran ji bav û kalan ve bi navê “eban cedd” dihat navkirin. Tiştê ku tê zanîn tîmarên waha giranbiha tenê ji aliyê siltanê Osmanî dihat berat kirin.[iii]   

Xêncî mîrê eşîra Miliyê Esbiyakê Dîyarbekrê, li erdê Miliyê Wêranê jî tê zanîn ku hemîn demî de tîmar dihat îstîmal kirin. Li gorî çavkaniyên arşîva Osmanî tê dîtin ku sala 1579em de vê derê bi qiymeta 18.020 aqçeyî de tîmar bi guhartina mutasarrif re vala mabû (BOA, A.DVNSMHM., 37-2801, H. 9.04.987/5 Haziran 1579).

   Mînakek din jî ji van salan ji herêma Mêrdînê ye. Li gorî vê qeydê mîrê Eşîra Miliya Xoce Mehmud wefat kiribû û tîmara destê wî bi usûla “eban cedd” yanê ji bav û kalan ve derbasî kurê wî Heyder bibû. Qiymeta tîmarê 20.000 aqçe bû û li gundê Gode/Gole û mintiqa wê herême de bû (BOA, ADVNSMH. 56.321, H. 16.11.993/M. 9 Kasim 1585).  

Di sedsala 16em de em dizanin Milan li Mêrdînê zehf jîr û xurt bû. Li sala 1564î tehrîra/nivîsara yekem de Mêrdîn û derûdora wê de ji 4a 3 par Milliyê Akkeçîlî(Bizinspî) xwuya dikir (Kurt, 2012:58-64). Ango ji 100 merivî 75 ji Eşîra Milan bûn. Gelo mimkin bû ku ev qas zede nifûs û bandoran wan hebûya lê Şeref Xan wana nebihîstiba?

Ê ku tifaqa Osmaniyan û mîrên Kurdan çêkiriye Mîr Şerefê/ Şeref Xanê yekem e. Şeref Xan çawa bihîst û pê hisiya ku Selîmê yekem li texta Osmaniyan de runîştîye û dixwaze Kumsora ji herem dûr xe, tekîlî pêra danî. Destxwûra/bi lez Mela Îdrîs û Miheme Axayê Kelhokî bi daxvaza bîst mîr û rêberên Kurdan civand, gazî û de’wata wan bi van her du alimên re şande Stenbolê (Şerefhan Bitlisi, 2013: 445). Yanê mîmarê vê tîfaq û yekîtiya mîrên Kurd û Dewleta Osmanî Mîr Şeref e. Em dizanin ku şera “Dede Kargin/Koser”ê de, kalkê Şeref Xan, ser leşkerê/generalê mezin bû. Şeref Xanê yekem pê Mela Îdrîs, bi mehan van dera geriya bû. Di vî şerî de 10.000 siwarên (gor Îdrîs 40 hezar leşkerên Kurd hebû) Kurd ji derdora Mêrdînê ji bo heyfa salên borî ji Kumsorên Rafizî (Beşinciyan) hilînin civiya bûn. Leşkerê Osmaniyan jî 10.000 hezar bûn. Leheng û qehremaniya van Mîr û Eşirên Kurdan li “Şerefnameyê”[iv] de jî li “Selim-Şahname”[v] yê de jî hatiye nivîsandin. Gelo çawa mîren Bedlîsîyan eşîra Miliyan nebihîsîne û nas nekirine? Qey mimkin e? 

Meseleya/Mijara Têkilî ya Siwedî û Milan

Pirsa ku em jê re bersîvê digerin hine îhtîmalan tîne hişê vekoleranan. Îhtîmala yekem xebereke bê çavkanî ye. Xwedîyê wê xeberê lêkoliner/vekoler Nusret Aydin e. Ew di pirtûka xwe ya derheqê eşîr û mîrektiya Mirdasîyan de dibêje ku Siwedî bingeha/bînyadê eşîra Milan e. Aydin di xebata xwe de di behsa cînarên Mirdasîyan de vê agahîyê dide. Ew dibê, başura mintiqa/herêma Mirdasîyan de ew konfederasyona ku “serî de bi navê Siweydiyana dawiye de jî bi navê Milan tê nasandin cîh digire” (Aydın, 2016: 16). Lî gor Nusret Aydin, konfederasyona Milan van salan yanê sedsala 15-16em de hê pêk nehatiye, wek qebîlên piçuk hebuna xwe domandin e. Em dizanin serpêhatîya Siwedîyan li Şerefnameyê hatîye îzah kirin. Heke em bi vê nêrînê binirxînin koka Milîya di Şerefnamêde hatiye nivisandin lê veşartî maye û tu tekîlîya Mil û Siwedîya nehatiye niqaş kirin. Nusret Aydin ser vê zanyarîyê de ji aliyê çavkaniye ve tarî hîştiye û ji bo vê yekê jî qels e. Xwazila me çavkanîya vê malûmatê bizanibûya û bikolaya. Lê mixabin nivîskar vê qismê zelal nekiriye. 

Ev nîşana Nusret Aydin, divê were nirxandin. Çima ku/Çîmkî Eşîra Milan li herêma Sewregê û Qerecdaxê xurt in û pirî mitefiq û qebilên wan vê herême ye. Hine kesên ku me pê axaftiye tiştên balkeş gotin. Ji wan yek Nurettîn Beltekîn e. Beltekîn li ser vê behsê dibeje ku, navê Eşîra Siweyda ji Sewregê te. Ev eşîra berîya hatina herêma Çabaxçur, Hançuk û Gincê li Sewregê jiya bû. Ji bo wê yekê navê vê qebîle û eşîren Kurd ji peyva “Sewda”yê Erebî ku mana kevirê reş de ye, te. (Beltekin, 2022).[vi] Dibe ku ev îhtîmal rast be, lê tenê îhtîmalek ji pirî îhtîmalanan e.

Lêkolîner Ercan Çağlayan jî derheqê Siwedîyan de gotarek nivîsîye lê nirxandîna xwe de behsa vê mijarê yanî “bingehîya/bînyadiya Milan” nekirî ye. Tenê ew bi nêrîna Zaza û dîroka Zazayan de wek konaxa yekem Siwediya nirxandîye (Çağlayan, 2017:54). Bi rastî bingeha Siwediya ku ji Sewregê tê û bi peyva Dimîlîyan jî divê/gere were kolandin. Çima ku zehf qebîle yên Milan Zaza/Dimilî ye. Pê ra telefuza wan peyvan jî nêzî hev e. Ji bo van xisûsan, etîmolojiya herdu peyva jî dîvê were nirxandin. 

Minasebeta/peyvendiya Sewregê û Qerecdaxê bi Eşîra Miliya re pir girîng e. Ferqa mezin ya bi eşîr û qebile yên Ereb û Kurd de çiya û deşt e. Qebîle yên Ereban nikarin debarê/asayê (îktîsada jîyanê) xwe li çil û çîyayan de bidomînin. Ewan hîmî jiyana çol û deştê bune û debara wan jî bi heywanên/ajalên çolên ve pêşve çuye.[vii] Kurd jî debara xwe ji bax û bostan û heywanên çîyayî ve pêş de birine. Çand û tore ya wan bi çend hezar sal ve bi vî awayî kişiyaye û hatiye. Dema erîşe dane hev, sînor bûye çîya. Ji erîşen Urban (Erebên çolê) Kurd xwe bi erdê zor û lê naskirî spartine. Kîngê erîş hatiye ser eşîr û qebîle yên Kurdan, ewan xwe bi çiya spartine, vekişiyane çiyayan. Qerecdax çiyayê devê çolê ye û bi vî taybetmendiya xwe bûye erd û parastgeh ji bo eşirên Kurdan. Ev sinoren xwe yê fireh de, ku 20 km. berayî 80 km. dirêjayî ya vê sînore de, ji bo Kurd û waren wan re bûye parastgeh. Li pêş erîşên Urbanan eşîr mil dane hev (Ekinci, 2022:217-218; Kıran, 2003: 68-69) û yekîtiya Milan jî waha dest pe kiriye (Kıran, 2003: 68-69).[viii] Dûra qebîle û eşirên Milan pê pişt girîya hewcebûna Dewleta Osmanî li Reqqayê û Surîyeyê hat bicih kirin. Xencî vê/Ji bilî vê, Milan ji ser Qerecdaxê berbi sê milan ve belavî herêmê bû. Ji van rêyan ya alîye çepê ji ser Meletî, Qeyserî, Qestemonî û navenda Anatoliayayê ve kişiya û çû gihaşt Îspartayê û devê Behra Spî. Rêyek ji bakûrê çû Dersîm û Erzîncan û Erzurum, Wan û Qers û Gurcistanê, yekî din jî ji rojhilatê ve ji Van, Urmiyê, Selmasê derbas kir gihaşt heta Efxanistanê.

Meseleya Sê Valahîyên Ji Bêşên Şerefnameyê de

Îhtîmala duyem ya tunebûna/cihnegirtina Eşîra Milan di Şerefnameyê de, belkê/dibe ku ji vala mayina vê mijarê ye. Tê zanîn ku di Şerefnameyê de 3 dabaş/beş vala mane. Dibe ku Şeref Xan xwestibû ku Eşîra Milan re jî cih bide, lê hê zanyarîye wî kêm bû. Dema peyda kirina vê kemasîyan de emrê wî tere nekir û ev cih/beş vala man. Belkê jî ji wan her sê valahiyan yek ji bo Eşîra Milan re hatibû vekirin. 

Lê bi nêrina me, ku me jorê dema bidestxistina Mêrdîn û şerê Koser/Koçhisar/Dede Kargin de jî gotî bû, tu îhtîmal tune ye ku eşîr û mezinên Rojîkan Milanî nas nekin. Lewra ewana hatin bi salan derûdora Mêrdînê man, bi zorê Mêrdîn û herêmê ji destê Kumsoran hildan. Li vê şera qewîmî de, li gor Mela Îdrîs 40.000 leşkerên Kurd civiya bûbûn (Ev jimar ne menayê yek û yek çil hezar leşkeran de ye, belkî mena qerebalix/zedehayiye dide. Mela Îdrîs ev metafora 40î nivîsên xwe de pir caran kar anîye (hişyarîya mûellîf)). Dîsa li wan salan, li jor hatibû zimên ku, li tehrîra/nivîsara ewilda Milîyê Akkeçilî, li gor navdayina/navlêkirina Aqqoyunî û Osmaniyan, xwedîye Çiyayê Mêrdînê bûn û ji sed malên herêmê 75 mal ên Kurdê Miliyan bû. Ne mimkin e ku ewqas eşîr û qebileyên Milan li hember Kumsoran de şer nekin. Bi wan agahiyan jî tê texmîn kirin, mêjî û zanyarîyen Rojîkan de Milî xwedîyê cihek bûn û dihatin nasandin. Lê belkî Şeref Xanê duyem van agahiyan rasterast kar neanî.  

Îhtîmala Ku Şeref Xan Deşta Milan Nas Nedikir   

Îhtîmaleka din jî ew e ku dibe ku Şeref Xan Deşta Milan nas nedikir. Ev îhtîmal ji nav îhtîmalan de yê herî qels e. Gorî vê îhtîmalê Şeref Xan, Berriya/Deşta Miliyan nizanî bu û derheqê vê herême agahî negîhîştî bu destê wî. Çima ku em dizanin Şeref Xan ne li Kurdistanê axa bav û kalan de ji dayik bûbû û mezin bûbû. Ew pirî emrê xwe, ku tevahî hema hema ser şêstî jîya bû, li Îranê derbas kir. Piştî salên çilî ya emrê mayî de terka welatê Îraniyan kir û hat cih û warê bav û kalanên xwe. Wextê hate Bîdlîsê edî dem dereng bû û ji bo vê yekê dibe ku Deşta Milan zêde nizanîbû. Lê em ji çavkanîyên Osmanî dizanin ku Eşîra Milan ji zu ve li havînê di nav zozanên Wan-Erzirom û İranê û li zivistanê jî li deşta Mêrdîn û Reqqayê de bi war û malê xwe diçû û dihat. Tu îhtîmal nîn e/tune ku dîroknas û zanayên Rojîka wan nedîtibin û nasnekiribin. Mimkinê ku kişandina wan war û malên Eşîra Milan de bacên dikete para mîrên Bîdlîsê ji aliye Milan ve dihat dayîn. Koçer dema ji erdê mîran û mîrekan derbas dibûn vê bacê naçar didan. Bila were bîra me ku pir caran ev bac dibû sedemên şer û kuştinan. Mînakek ji dora salên 1650en de li seyahatnameya Ewliya Çelebî de cih digire. Paşayê Wane (Melek Ehmed Paşa) sefereke mezin li ser Ewdel Xanê Bîdlîsê ajot. Ewliya Çelebî şahidê vê şer û zulme ye. Ew di pirtûka xwe de vê mesele zelal dike û masumiyeta Ewdel Xan teslim dike. Sedema şerê bac nedana hine eşîrên koçer bun û bi niheqî çubun şîkatan/gilî û gazînan li Paşayê Wane kiribun (Evliya Çelebi, 2000:284).

Tiştek din jî heye ku em dîsa bînine bîra xwe ku ew jî Rojkî û Milî pirî caran bi hevre di nav ordiya Osmaniyan de diçune şer û seferan. Osmaniyan dema dest bi seferan dikir giredayiyen/vassalên xwe jî ji bo alîkarîya seferê gazî dikir. Navbeyna sedsalen 16 û 18emde wek Sefera Bexdayê, Rewanê, Basrayê û Zencana Îranê pir caran sefer destpêkir û li wan kampaniyan de Osmanî gazî Rojkiyên Bîdlîsê û Miliyên Mêrdînê jî kirin. 

Ji van mînakan hemuya jî tê dîtin ku Rojkanê Bîdlîsê mihaqqaq Milliyê Mêrdîn, Sewreg û Diyarbekrê nas dikir (Ekinci, 2014:85-94). Îhtîmalek zehf qels e ku Şeref Xan derheqê Mêrdîn û Berrîye de xwedîye agahiyê nebe.

Meseleya Sîruştehiya Guharîna Eşirên Kurdan (ku her çend sedsalan de nav û naverokan wan diguhîrî)

Di dawiyê de di heqê cîhnegirtina eşîra Milan li Şerefnameyê de dikarin bêjin ku sîruştehiya guhertina eşîran jî bila were pêş çawan. Çima ku demên kin de hem cûreyên hem jî navên eşîran diguheriya. Cudahiya esasê Eşîrên Kurdan ji ya Ereban ev e ku ya Kurdan yekîtiyên sîyasî, ê din girêdana xwenê yanê xizm û eqrebatî ye de bû. Helbet di nav qebîle Kurdan jî girêdana xizm û eqrebati xurt bû. Lê qada eşirtiyêde ji xizm û eqrebatîye zêdetir girêdayîbûna erd ê cih rol digirt. Ji bo vê yekê li nav qebîle û eşîrên Kurdan de, guhartin pir çedibû. Hinê caran qebîleya serek û rêveberên eşîr, ku ji cuzê eşîre bûn û parçek/qismek/uzvek eşîr dahatin hesibandin, çendek şûnda diketin asta jerîn û dewsa wan qebîlek û çend malbatên din dahatin ser rêveberiyê. Ev jî dibû sedema navguhartina eşirê. Mînak, Omaran demek di nav Miliyan de wek qebîlekê giredayiyê eşîr xweya dikir. Lê çend sed sal şûnde ev qebîle tenê bi serê xwe bû konfederasyonek û êdî bi navên eşîr hat nasandin. Mînakekê din jî Hesenan in. Ewan jî demek dûr direj bi Miliyan re giredayî bûn. Lê bi guhartina şert û mercan yan jî konjuktorê, herêma xwe de bi tena serê xwe bû konfederasyonek mezin û navê qebîle ji eşîr re hat dayîn. Hin eşîrên koçerên Kurdên Êzîdî wek Musyan û Şerefan, ku mutemmim cuzê konfederasyona Milan bûn, bi navên xwe bûne konfederasyonên serbixwe. M. Rezan Ekîncî jî di vê behsê de mînaka Sipkîya didê. Gor vê zanyarîyê malbat û qebîla rêvebirê mîrektîya Bazîdê piştî sedsala 19êm de bi guhartina siyaseta herême, ku em vê demê re dikarin bejin “nuve eşîr bûn” (retribalization), bû uzvekê eşîra Spîkan. Seroktî ji destê malbatê çû, lê ji bo parastin û mayina xwe ket asteke nizm, bû qebîlekê ji qebîle yên konfederasyona Spîkan (Ekinci, 2022: 230).

Encam:

Di sedsala 16em de bi giredana Osmaniyan li Mêrdînê tê ditin ku ji her çar malbatan sisêyê wê ji eşîra Milan in. Yanî ji her 4 kesan 3yê wê Milî ne. Di defterên tehrîran de bi navê Miliyê Bizinspî (Akkeçîlî) tên jimartin/nasandin. Dema Şeref Xan kitêba xwe nivîsiyê divê behsa wan jî bikira. Eşira Milan di herema Ruha, Sêwerek, Mêrdîn û tevahî ya eyaleta Diyarbekrê de pir bûn û ber bi serhêtê ve jî diçûn û dihatin. Tenê bi koçeriya xwe jî têra naskirinê bun. Hemûyê wan koçer nebûn û qismêkî wan li van heremên hate jimartin de xwadiyê tîmar û erdan bûn. Ne ku piştî nivîsa Şeref Xan derketinê hole, belkî pîşt re pir mezin bûn û bûne konfederasyon. Divê Şeref Xan ji wan agahtar bibûya lê mixabin em rastî vê xisûsê nayin.

Mezinên eşîra Rojkan wek bav û kalikên Şeref Xan ji şer û bûyerên li Mêrdinê qewimî agahdar bûn. Ne tenê agahdar, hem cîhgir hem jî pê re mîmarên tifaqa malbata Osmanî û mîrên Kurd bûn. Ehlê Mêrdînê piranî ji eşîra Milan bû û bi piştgiriyê van mîr û leşkeran li hemberê Safewiyan şer kiribûn. Divê ev hişyarî hema wisa li bîra xwendekaran be ku çawa têkilî ya Rojkan bi Milan re çênebûyê û Şeref Xanê mîrê Rojkan di berhema xwe de cîh nedaye wan.

Beriya konfederasyonbûna Milan dibê ku ewan kêm hatibe nasandin. Malbateke/qebîleke wan bi navê Siwediya hatiye nav kirin. Xwediyê vê îdîayê gelo bi çi avayî vê tiştî anî ziman? Divê were şopandin. Di ser vê şopê de tê ditin ku navên Siwediya bi Qerecdax û Sêwerek re girêdayî ye. Îhtîmaleke ku ev qebîle jî cuzekê ji Eşîra Milan be.

Te zanin ku hema hema bi destpêka tifaqa Osmanî û mîr û eşîran Kurdan re li herêma Milan reveberên Eşîra Milan tîmar û zeamatan diajotin û li arşîva Osmanî de cih girtin. Ango Osmanî navê “Mil” kar dianî. Divê li herêma Milan lê rûniştî de li navbeyna cînar û civatan de Eşîra Milan namdar bûbûya. 

Îhtîmalek ji îhtîmalan jî nav û sûret guhartina eşîrên Kurd e. Ev guhartina sîruştî di dema tê behs kirin de pir dihat dîtin. Demek eşîr bi navek dihat naskirin û çendek şûn de rêveber an jî cih û warên eşîr diguhurî pê re navê eşîr jî winda dibû. Lê dema ku hatiyê kolandin de tu wextê nav û naveroka Eşîra Mila winda nebu ye.   

Îhtîmaleke dinê li ser cihnegirtina Miliya li Şerefnameyê de, dibe ku vala mayîna mijara wan be. Belkî Şeref Xan xwest behsa Eşîra Milan jî bike û not û nivîse wî hê ne temam bû, ji bo vê nebû qismet ku dabaşa Eşîra Milan xilas bike.

Dinav îhtîmalan ku li vê metnê hatiye nirxandin de yê herî qels jî îhtîmala nas nekirin û nebîhîstina Şeref Xan derheqê Milan de ye.

Çavkanî:

Ê Arşîva Osmanî:

BOA, A.DVNSMHM., 37-2801, H. 9.04.987/5 Haziran 1579.

BOA, ADVNSMH. 56.321, H. 16.11.993/M. 9 Kasim 1585.

BOA, İE. HAT. 2-199, H. 10.10.1077/M. 5 Nisan 1667.

Ê Telîfan:

Ayn Ali Efendi, (2021), Osmanlı Kanunları ve Devlet Teşkilatı, (Haz: Seyit Ali Kahraman), Yeditepe Yayınları, İstanbul.

Aydın, Nusret, (2016), Diyarbekir ve Mirdasiler Tarihi, Avesta Yayınları, İstanbul.

Beldiceanu, Nicoara, (1985),  XIV. Yüzyıldan XVI. Yüzyıla Osmanlı Devleti’nde Tımar, (çev: Mehmet Ali Kılıçbay), Teori Yayınları, Ankara.

Çağlayan, Ercan, (2017), “16. Yüzyılda Süveydi ve Hoy Zaza/Dümbeli Emirlikleri”, Osmanlı Devleti ve Kürtler, (ed: İbrahim Özcoşar- Shahab Vali), Kitap Yayınevi, İstanbul.

Ekinci, Mehmet Rezan, (2010), “Şırnak’ın İdarî Taksimatı ve İdarî Alanda Meydana Gelen Değişimler (1845-1918)” Uluslararası Şırnak ve Çevresi Sempozyumu 14-16 Mayıs 2010, Editör: M. Nesim Doru, Şırnak Üniversitesi Yayınları, Ankara, r. 487-503

Ekinci, Mehmet Rezan, (2014). “Pergala Eşîrî û Di Avakirina Mîrekiya Kurd a Bedlîsê de Eşîra Rojkan” Bitlis Kitabı (I. Uluslararası Bitlis Sempozyumu), Berdan Matbaası, İstanbul, r. 85-94.

Ekinci, Mehmet Rezan, (2022), “Hudud-ı Serhadde Hamidiye Alaylarındaki İlk Aşiretler: Spîkan-Zîlan”, Eski Çağ’dan Günümüze Tutak ve Hamur (Şelve), Hazırlayanlar: Kaya Hakan-Çiftçi Erdal, Libra Kitapçılık ve Yayıncılık, İstanbul, r. 227-277.

Ekinci, Mehmet Rezan, (2022), “Beylikten Sancağa Osmanlı İdari Teşkilatında Atak”, Osmanlı Devleti’nde Yönetim Pratikleri, Yurtluk-Ocaklık ve Hükümet Sancaklar, Hazırlayan: Erdal Çiftçi E. & Gürhan V. & Ekinci M. R., Tarih Vakfı Yurt Yayınları, r. 143-186.

Ekinci, Mehmet Rezan, (2022), “19. ve 20. Yüzyıllarda Milli/Milan Aşireti”, Aktör, Müttefik, Şakî Kürt Aşiretleri, (ed:Tuncay Şur-Yalçın Çakmak), İletişim Yayınları, İstanbul, 2022, r. 217-239.

Evliya Çelebi, (2000), Seyahatname, 4. Kitap, 1. Cilt, (haz.: Seyit Ali Kahraman-Yücel Dağlı), YKY, İstanbul.

İbn Haldun, (2009), Mukaddime, Cilt 2, (Haz: Süleyman Uludağ), Dergah Yayınları, İstanbul.

İdrisi-i Bitlisi, (2001), Selimşahname, (çev: Hicabi Kırlangıç) KBY, Ankara.

Kıran, Eyüp, (2003), Kürt Mılan Aşiret Konfederasyonu, Elma Yayınları, İstanbul.

Kurt, Yılmaz, (2012), “Mardin ve Çevresinde Aşiretler”, Uluslararası Ömerli/Ömeryan Sempozyumu Kitabı, (ed: Ercan Gümüş-Veysel Gürhan), Kent Işıkları, İstanbul.

Özel, Ahmet, (1993) “Dârülİslâm”, DİA, C. 8,  İstanbul, s. 541-543.

Şerefhan Bitlisi, (2013), Şerefname Kürt Tarihi, Nubihar Yayınları, (Farsça’dan çev.: Abdullah Yegin).

Şeref Han, (1971), Şerefname, Kürt Tarihi, (Arapça’dan çev.: Mehmet Emin Bozarslan), Ant Yayınları, İstanbul.

Ê Hevdîtin:

Beltekin, Nurettin (hevdîtina 22 İlon/Eylül 2022).

 Perawez:

Ercan GÜMÜŞ, Doç. Dr., Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Fakulteya Edebiyatê, Beşa Dîrokê, ercangumus1977@hotmail.com. Ev nivîs ji bo wan kesên ku li erdheja Başura Türkiyê 6ê Sîbata 2023em de qewîmî de jiyana xwe destdane re hatiye îthaf kirin. Çimkî di şertên zor û zehmetî de nivîs hat temam kirin. Li alîkî de hilweşandina erdhejê û ê din de şermezatiya naçariya ku dest û pîyên însanan hatiye girêdan de tiştên me bikiriba zehf kêm bu. Qe na pê vê îthafê ev erdhej û şepîrzatiya însanên me bila zûbizû neyê bîrve kirin.

[1]           Li gor Ahmet Özel, ev peyv li qada huquqê Îslamê de tê kar anîn û bi manayê cihê ku ketiye bin bandor û hukmê Bisilmanan de ye. Yanê cihê Darulîslamê de hukmê Îslamî carî ye (Özel, 1993: 541-543).   

[1]           Li gor Ayn Elî Efendî, tîmarên heta 6.000 aqçeyan bi nivîsên mîremîranê (paşeyê) eyalatan dihat dayîn. Yê ser vê tenê bi destûra padşahê Osmanîyan dihat belav kirin û berat kirin (Ayn Ali Efendi, 2021:58-59).

[1]           Şeref Xan di behsa kalikê xwe de ji vî şerî jî xeber/agahî dide. Ew dibe, piştî Biyiqlî Mîheme Paşa li ser Kurdistanê bi unvana mîrênmîra hat tayîn kirin, ordiyên herd aliya li deşta Koçhisarê/Qoserê ketin şerê. Di vê şera mezin de leheng û qehremanên Rojîkiyan agirê alava şer vêxistin. Di vê roja reş de Tac Ehmed, Qasım Endakî, Mîr Şah Husên Keysanî, Mîr Sêvdîn û Omer Candar canê xwe dest dan. Mîr Nasireddînî, Yadîgarê Reş (Kara), Seyyid Selmanan Qewalîsî û çendîn egîdên Rojîkiyan jî birîndar ketin (Şeref Han, 1971: 481-482).  

[1]           Mela Îdrîs di pirtuka xwe de ji pevajoya girêdana Kurdistanê de zanyariyên bêhempa daye. Em li vir dibînin ku projeya li hembera kumsora bi Kurdan vê tifaq çekirin de Mir Şeref roja sêrî de li meydanê ye. Belkî ji nav çend kesên serekeyê mîmarê vê tifaqê de ye. Ew, ji sala 1512ê de bi rûniştina Selimê yekem li ser texta Dewleta Osmanî ve li hemberî Kumsoran ra dest bi şer kiriye û heta roja dawiye şerê mezin ku Koserê qewimiye. Di vê şerî de Mela Îdrîs dibeje artêşa Osmaniyan û Kurdan li meydana şer wiha cîh girtibûn; li ser leşkêren Osmanî Biyiqlî Miheme Paşa bi sencexa Osmaniyan cihê xwe hilda. 2.000 yenîçeriyê tufenkendaz/çekdar li bin emrê wî de bû. Li aliyê mile rastê Biyiqlî Paşa, Xosrow (Hûsrev) Paşayê mirêmiranê Anatolia û Qeramanê bi 6.000 leşkerên xwe cîh girt. Li aliyê milê çepê yê Biyiqlî Miheme Paşa ji leşkerên Kurdistan û mîrekan û eşiran cîh girtin.  Li gor Îdrîs leşkerên Kurdan dora 40.000î bûn. Îdrîs li pirtûka xwe de gotiye ku “ez ji di nav van leşkerên mîr û qiralên Kurdan ji bo avakirina yekitiya wan mam”.  Îdrîs dibê, alîyê milê rastê min de Melik Xelîl Eyyubiyê mîrê Hıskeyfê hebû. Di bin emrê wî de mîrên Şîrvî û hakimê Egilê Qasim Beg û eşir û qebîlên wan bi tux û sancaxên xwe cîhê xwe girtin. Li milê çepê Mela Îdrîs de mîrê Bîdlîsê Mir Şeref hebû û bin emrê wî de jî Davud Begê hakimê Nemiran, Ehmed Begê Zirkî yê hakimê Hetaxê, Şah Weledê Silemanî, begên Hacukîyan (dîvê ku eşîra Siwedî bin) û qebile û eşîren wan bi tux û sancaxên xwe amade bibun (İdrisi-i Bitlisi, 2001:279). Yanê serleşkerîya wan sîwar û peyayê Kurdan de generalê mezin Şeref Xan cîh vegirtîbû. Ev şahidîya Rojîkiyan çawa wê were bîrve kirin ku li vê heremê Miliyan nas ne kibin? Li nav vê artêşa Kurdan de eşîra Milan çawa tune be?

[1]           Nurettin Beltekin, xwe ji malbat û eşîra Siweyda teqdîm kir. Hevdîtinê de bala me kişand de peyva kevirê reş û telafuza wê ya Erebî “sewda”. Ew go ku ev eşîr hê ji dema Hesenê Dirêjê jî eşîra Bayîndîriya ku seroktîya Aqqoyunlîya kiriye, de hatine cihê xwe ya îro (hevdîtina 22 İlon/Eylül 2022).

[1]           Yê ku dixazin dikarin hin zanyariyan zêdetir ji Îbn Xaldun bixwînin. Ev tesîra hêştiran/deweyan li ser çanda Ereban de xweş kolaye û nirxandiye (İbn Haldun, 2009:727). 

[1]           Derheqê vê şibandina/analojîya Mil, Dumil û Qerecdaxê de Eyûb Kiran nivîseke qewî di pirtuka xwe ya bi navê Eşira Milan de anîye zimên. Li gor Kiran, peyva mil maneya pişta çiyayê ye û ji bo Qerecdaxê tê karanîn. Yanê peyva mil maneya yekîtîya qebîlayan e û li hember eşîrên Ereb û yedin de li ser erdek a teritoryal de piştgiriyên hev dikin (Kıran, 2003: 68-69).

An evaluation about not mentioning milan/milli tribe in sharafnama

Abstract:

The fact that the Milan Tribe was not dealt with in the Sharafnama is a matter that draws the attention of many researchers who are somehow interested in the history of the tribe and the region. The absence of Milan Tribe in an ambitious work on the Kurdish dynasty and tribes in the 16th century deserves to be questioned.

After the Ottoman Empire established its dominance in Mardin and its surroundings in the 16th century, it is known that the Milan Tribe, whose names are frequently encountered in the censuses (tax registers, tahrir), was strong in and around Mardin. It is known that especially in a date as early as 1579, the members of the Milan rulers saved timar and ziamet in and around Mardin. It is a question that needs to be answered that this tribe and its rulers are not mentioned in the Sharafnama, which was completed shortly after this date.

This question, whose answer is sought, requires evaluating some possibilities. The first is a claim that has been dealt with before, and according to this, the Milan confederation was not yet a political focus in this period, and some of the Milanese members were ruling around Chabakchur under the name "Sivedi". Sharaf Khan dealt with this household and tribe in his work. If this claim is taken as a basis, the Milan Tribe was not yet known with the name "Mil" at that time. The following conclusion is reached from the claim; The Sivedis, who came from the Siverek environs and established dominance in Chabakchur, formed the core of Milan.

A second possibility is that a few titles that Sharaf Khan left incomplete in his work can be devoted to this subject. As it is known, there are incomplete chapters in Sharafnama. Would Milan tribes be included in the missing titles?

One of the weakest possibilities is that Sharaf Khan does not have enough information about the desert region called "Barriya". As a matter of fact, as it will be remembered, he spent most of his life with the Safavids in the center of Iran and returned to Bitlis, which was his ancestral land in the end of his life. However, it is known that during this period, the Milan Tribe used the highlands on the Van-Erzurum and Azerbaijan sides as a plateau. It is unlikely that the Rojkan historiography tradition, which includes Sharaf Khan and historians such as Shukri-yi Bitlisi and İdris-i Bitlisi, does not recognize the Milan Tribe. As a matter of fact, in some periods, the Rojkan and Milan confederations were called for help by their vassals, the Ottoman Empire, and they took part in the campaigns with close statuses. The Basra Campaign in the south at the beginning of the 18th century and the Persian Campaign in the east towards the middle of the same century are examples of this.

Finally, the fact that the Milan Tribe is not mentioned in the Sharafnama should be sought in the rapid political transformation in the nature of the tribal structure. The Kurdish tribal structure, unlike its Arab neighbors, was shaped by political and geographical factors rather than blood ties. For this reason, the tribal administration and name, which was a super structure in some periods of history, could continue to exist within another political power with a lower status after a short time. It should be remembered that the Omarans, one of the tribes of Milan, formed a great confederation that would later become known by their own name. Another example of Milan's sub-tribe tribes evolving into a larger political situation where they roamed as a new confederative structure is the Hasanans. Yezidi tribes such as Musyan and Sharafan, who were considered as Milan tribes while living nomads, are other examples of this phenomenon.

Keywords: Milan/Milli Tribe, Sharaf Khan, Sharafnama, Ottoman Empire, Historiography.

Milan/Milli Aşireti’nin Şerefname’de Anılmaması Hakkında Bir Değerlendirme

Özet:

Milan Aşireti’nin Şerefname’de ele alınmamış olması aşiret ve bölge tarihine bir şekilde ilgi duymuş bir çok araştırmacının dikkatini çeken bir husustur. 16. Yüzyılda Kürt hanedan (mirlik) ve aşiretlerini konu edinmiş iddialı bir eserde Milan Aşireti’nin yer almaması sorgulanmayı hak etmektedir.

Osmanlı Devleti’nin 16. Yüzyılda Mardin ve çevresinde hakimiyetini tesis etmesi sonrasında tahrirlerde isimlerine sıklıkla rastlanılan Milan Aşireti’nin Mardin ve çevresinde güçlü olduğu bilinmektedir. Özellikle 1579 gibi erken sayılabilecek bir tarihte Milli mensubu yöneticilerin Mardin ve çevresinde timar ve zeamet tasarruf ettikleri bilinmekteyken bu tarihten kısa bir süre sonra tamamlanan Şerefname’de bu aşirete ve yöneticilerine değinilmemesi cevaplanması gereken bir sorudur.

Cevabı aranan bu soru, bazı ihtimalleri değerlendirmeyi gerektirmektedir. İlki daha önce ele alınmış bir iddiadır ve buna göre, Milan konfederasyonu bu dönemde henüz siyasi bir odak değildi ve Milan mensublarından bazıları Çabakçur çevresinde “Sivedi” adıyla hüküm sürmektelerdi. Şeref Han, bu haneyi ve aşireti eserinde ele almıştır. Bu iddia esas alınırsa, Milan Aşireti henüz bu tarihlerde “Mil” ismiyle tanınmamaktaydı. İddiadan şu sonuca varılmaktadır; Siverek çevresinden gelerek Çabakçur’da hakimiyet tesis etmiş Sivediler, Milan’ın çekirdeğini oluşturmaktaydı. 

İkinci bir ihtimal ise Şeref Han’ın eserinde nakıs bıraktığı birkaç başlığın bu konuya hasredilebileceğidir. Bilindiği üzere Şerefname’de tamamlanmamış bölümler vardır. Eksik kalan başlıklarda acaba Milan kabileleri ve aşiretine mi yer verilecekti?

İhtimallerden en zayıf olan bir diğeri ise Şeref Han’ın “Berriye” denilen çöl bölgesine dair yeterli bilgiye sahip olmamasıdır. Nitekim hatırlanacağı üzere o hayatının büyük kısmını Safeviler’in yanında İran merkezinde geçirmiş ve ahir ömründe ata diyarı olan Bitlis’e dönmüştü. Ancak Milan Aşireti’nin özellikle Van-Erzurum ve Azerbaycan taraflarındaki yükseltileri yaylak olarak kullandığı bilindiğinden Şeref Han’ın da mütemmim bir parçası olduğu bilinen Rojkan tarih yazım geleneğinin (diğer parçaları arasında Şükri-yi Bitlisi ve İdris-i Bitlisi de yer alır) Milan’ı tanımama ihtimali hayli zayıftır. Nitekim bazı dönemlerde Rojkan ve Milan konfederasyonları vassalları olan Osmanlı tarafından yardıma çağrılmış ve yakın statülerde ittifakla seferlerde yer almışlardı. 18. Yüzyıl başında güneydeki Basra Seferi ve aynı yüzyılın ortalarına doğru doğudaki İran Seferi buna örnektir. 

Nihayet Şerefname’de Milan Aşireti’nden bahsedilmemesini aşiret yapısının doğasındaki hızlı siyasi dönüşümde aramak gerekir. Kürt aşiret yapısı Arap komşularından farklı olarak kan bağından ziyade siyasi ve coğrafi etmenlere göre şekillenmiştir. Bu sebeple tarihin kimi dönemlerinde üst bir yapı olan aşiret yönetimi ve ismi, kısa bir süre sonra daha alt bir statüyle başka bir siyasi gücün bünyesinde varlığını sürdürebilmekteydi. Bu cümleden olarak, Milan kabilelerinden olan Omaranlılar’ın daha sonra kendi adlarıyla tanınacak büyük bir konfederasyon oluşturmaları hatırlanmalıdır. Milan’ın alt kolları olan kabilelerin yeni bir konfedaratif yapı olarak cevelan ettiği coğrafyada daha büyük bir siyasi hale evrilmesine bir başka örnek Hasenanlılar’dır. Konar göçer yaşarken Milan kabilelerinden sayılan Musyan ve Şerefan gibi Yezidi aşiretler de bu olguya başka örneklerdir.

Anahtar Kelimeler: Milan/Milli Aşireti, Şeref Han, Şerefname, Osmanlı Devleti, Tarih Yazımı. 

* Corresponding Author.

This is an open access under a CC BY-NC-SA 4.0 license (https://creativecommons.org/licenses/by-nc-sa/4.0/)

[i]     Ercan GÜMÜŞ, Doç. Dr., Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Fakulteya Edebiyatê, Beşa Dîrokê, ercangumus1977@hotmail.com. Ev nivîs ji bo wan kesên ku li erdheja Başura Türkiyê 6ê Sîbata 2023em de qewîmî de jiyana xwe destdane re hatiye îthaf kirin. Çimkî di şertên zor û zehmetî de nivîs hat temam kirin. Li alîkî de hilweşandina erdhejê û ê din de şermezatiya naçariya ku dest û pîyên însanan hatiye girêdan de tiştên me bikiriba zehf kêm bu. Qe na pê vê îthafê ev erdhej û şepîrzatiya însanên me bila zûbizû neyê bîrve kirin.

[ii]    Li gor Ahmet Özel, ev peyv li qada huquqê Îslamê de tê kar anîn û bi manayê cihê ku ketiye bin bandor û hukmê Bisilmanan de ye. Yanê cihê Darulîslamê de hukmê Îslamî carî ye (Özel, 1993: 541-543).   

[iii]  Li gor Ayn Elî Efendî, tîmarên heta 6.000 aqçeyan bi nivîsên mîremîranê (paşeyê) eyalatan dihat dayîn. Yê ser vê tenê bi destûra padşahê Osmanîyan dihat belav kirin û berat kirin (Ayn Ali Efendi, 2021:58-59).

[iv]  Şeref Xan di behsa kalikê xwe de ji vî şerî jî xeber/agahî dide. Ew dibe, piştî Biyiqlî Mîheme Paşa li ser Kurdistanê bi unvana mîrênmîra hat tayîn kirin, ordiyên herd aliya li deşta Koçhisarê/Qoserê ketin şerê. Di vê şera mezin de leheng û qehremanên Rojîkiyan agirê alava şer vêxistin. Di vê roja reş de Tac Ehmed, Qasım Endakî, Mîr Şah Husên Keysanî, Mîr Sêvdîn û Omer Candar canê xwe dest dan. Mîr Nasireddînî, Yadîgarê Reş (Kara), Seyyid Selmanan Qewalîsî û çendîn egîdên Rojîkiyan jî birîndar ketin (Şeref Han, 1971: 481-482).  

[v]    Mela Îdrîs di pirtuka xwe de ji pevajoya girêdana Kurdistanê de zanyariyên bêhempa daye. Em li vir dibînin ku projeya li hembera kumsora bi Kurdan vê tifaq çekirin de Mir Şeref roja sêrî de li meydanê ye. Belkî ji nav çend kesên serekeyê mîmarê vê tifaqê de ye. Ew, ji sala 1512ê de bi rûniştina Selimê yekem li ser texta Dewleta Osmanî ve li hemberî Kumsoran ra dest bi şer kiriye û heta roja dawiye şerê mezin ku Koserê qewimiye. Di vê şerî de Mela Îdrîs dibeje artêşa Osmaniyan û Kurdan li meydana şer wiha cîh girtibûn; li ser leşkêren Osmanî Biyiqlî Miheme Paşa bi sencexa Osmaniyan cihê xwe hilda. 2.000 yenîçeriyê tufenkendaz/çekdar li bin emrê wî de bû. Li aliyê mile rastê Biyiqlî Paşa, Xosrow (Hûsrev) Paşayê mirêmiranê Anatolia û Qeramanê bi 6.000 leşkerên xwe cîh girt. Li aliyê milê çepê yê Biyiqlî Miheme Paşa ji leşkerên Kurdistan û mîrekan û eşiran cîh girtin.  Li gor Îdrîs leşkerên Kurdan dora 40.000î bûn. Îdrîs li pirtûka xwe de gotiye ku “ez ji di nav van leşkerên mîr û qiralên Kurdan ji bo avakirina yekitiya wan mam”.  Îdrîs dibê, alîyê milê rastê min de Melik Xelîl Eyyubiyê mîrê Hıskeyfê hebû. Di bin emrê wî de mîrên Şîrvî û hakimê Egilê Qasim Beg û eşir û qebîlên wan bi tux û sancaxên xwe cîhê xwe girtin. Li milê çepê Mela Îdrîs de mîrê Bîdlîsê Mir Şeref hebû û bin emrê wî de jî Davud Begê hakimê Nemiran, Ehmed Begê Zirkî yê hakimê Hetaxê, Şah Weledê Silemanî, begên Hacukîyan (dîvê ku eşîra Siwedî bin) û qebile û eşîren wan bi tux û sancaxên xwe amade bibun (İdrisi-i Bitlisi, 2001:279). Yanê serleşkerîya wan sîwar û peyayê Kurdan de generalê mezin Şeref Xan cîh vegirtîbû. Ev şahidîya Rojîkiyan çawa wê were bîrve kirin ku li vê heremê Miliyan nas ne kibin? Li nav vê artêşa Kurdan de eşîra Milan çawa tune be?

[vi]  Nurettin Beltekin, xwe ji malbat û eşîra Siweyda teqdîm kir. Hevdîtinê de bala me kişand de peyva kevirê reş û telafuza wê ya Erebî “sewda”. Ew go ku ev eşîr hê ji dema Hesenê Dirêjê jî eşîra Bayîndîriya ku seroktîya Aqqoyunlîya kiriye, de hatine cihê xwe ya îro (hevdîtina 22 İlon/Eylül 2022).

[vii]  Yê ku dixazin dikarin hin zanyariyan zêdetir ji Îbn Xaldun bixwînin. Ev tesîra hêştiran/deweyan li ser çanda Ereban de xweş kolaye û nirxandiye (İbn Haldun, 2009:727). 

[viii]  Derheqê vê şibandina/analojîya Mil, Dumil û Qerecdaxê de Eyûb Kiran nivîseke qewî di pirtuka xwe ya bi navê Eşira Milan de anîye zimên. Li gor Kiran, peyva mil maneya pişta çiyayê ye û ji bo Qerecdaxê tê karanîn. Yanê peyva mil maneya yekîtîya qebîlayan e û li hember eşîrên Ereb û yedin de li ser erdek a teritoryal de piştgiriyên hev dikin (Kıran, 2003: 68-69). 

AN EVALUATION ABOUT NOT MENTIONING MILAN/MILLI TRIBE IN SHARAFNAMA